Romannivîsê navder yê Fransî bi esil Çekî Milan Kundera di 94 salîya xwe de koça dawî kir.
Pirtûkxaneya Moravian li bajarê Brno yê Komara Çekê îro Çarşemê mirina Kundera ragihand û got ku ew roja Sêşemê li paytexta Fransa Parîsê mir.
Kundera sala 1929’an li bajarê Brno ji dayik bû û ji sala 1975’an ve li Fransayê jîyan dikir. Surguna wî jiber nêrîn û ramanên wî yên sîyasî li dijî rejîma komunîst ya wê demê bû.
Bingeha romanên Kundera him derûnî û hem jî sîyasî bû. Di nav karên wî yên wêjeyî de mijarên wek jîyana bin sîstema komunîzmê, seks û peywendîyên civakî cîh digirtin.
Romanên herî navdar yên Kundera ev in: Siviktîya Bûnê ku Nayê Tehmûlkirin, Henek, Pirtûka Ken û Jibîrkirinê, Nemirtî. Hinek romanên wî bûne fîlmên navdar.
Kundera heta sala 19184’an jî bi zimanê Çekî nivîsên xwe diweşand, lê ji wê salê û vir ve hemû roman û nivîsên wê yên din êdî bi zimanê Fransî bûn.
Ew di sala 1979’an de, jiber helwest û nivîsên xwe yên rexnegir li dijî rejîma Komunîst, ji nasnameya xwe ya Çekî (wê çaxê Czechoslovakya bû) hate bêpar kirin. Di sala 2019’an de hikûmeta Komara Çekê nasnameya wî li Kundera vegerand, lê ew qet bi tevahî venegerî welatê xwe yê dayikbûnê.
Kundera bi jîyana xwe ya dûrî gel û peywendîyên civakî dihat nasîn û wî herwiha kêm caran hevpeyvîn dida rojnamevanan.