Karbidest dibêjin, hêzên Yekîtîya Efrîqî û hikûmeta Somalî li hember şervanên rêxistina El Şabab serkleftin destve anîn û ew ji Zanîngeha Mogadişu û Gorustana Bereket derxistin.
Dîdevan dibêjin, li qada pevçûnan dengê top û guleyan têne bihîstin. Raportên ku ji herêmê tên, radigihînin ku herî kêm 3 leşkerên hikûmetê hatine kuştin.
El Şabab li meha Tebaxê, ji piranîya paytaxt Mogadişu vekêşabû, lê li hîn deveran mabû û berdewam peqîn û êrîşên gerîlayî pêk tîna.
Gruba mîlîtna ya El Şabab şer dike ku hikûmeta Somalî ya bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî hilweşîne û desthilateke li gorî şerîata îslamî bîne.