Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Milley Dibêje Peywendîyên Wî ligel Çînê Beşek ji Karê Wî Bû


General Mark Milley
General Mark Milley

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî, General Mark Milley îro Înê berevanî li peywendîya ku ligel hevtayê xwe yê Çînî di mehên dawî yên seroktîya Donald Trump de kir.

Milley got ku ew peywendî bi temamî di nav erk û berpirsîyên karê wî de bû.

"Ew peywendî asayî ne û di navbera hevalbend û rikberan de bo piştrastkirina aramîya stratejîk çêdibin,” fermanderê herî bilind yê leşkerîya Amerîkî di şîroveya yekê ya derbarê wan gotûbêjan de got.

Milley di dmeên dawîyê de bûye mijara rojeva sîyasî li Amerîka piştî hinek raport derketin ku wî du caran peywendî ligel General Li Zoucheng ji artêşa Çînê kiriye ku jê re piştrast bike ku Amerîka ji nişkeve bi Çînê re nakeve nav şerekî yan jî êrîşî wê nake.

Hurgilîyên wan peywendîyên telefonî ku mehên Cotmeh û Rêbendanê hatibûn kirin, cara pêşî di beşekî ji pirtûkeke her du rojnamevanên Washington Post Bob Woodward û Robert Costa de belav bûn.

Pirtûka ku nêzîk tê weşandin dibêje ku Milley ji Li re gotîye ku ger êrîşek çêbe, ewê hişyarîyê bide wî .

Milley îro Înê tenê berevanîyeke kurt derbarê wan peywendîyên telefonî kir û got ku ew plan dike nîqaşeke berfirehtir ser vê mijarê jibo Kongresê bike.

Li ber e ku Milley di nava vê mehê de îfadeyekê bide Kongresê.

“Ez bawer dikim baştir e ku ez şîroveyên xwe yên fermî bihêlim heta ku ez biçim pêş qanûndanerên ku berpirsîya qanûnî heye çavdêrîya leşkerîya Amerîkî bikin. Di nav du hefteyan de ez hemû hûrgilîyên ku Kongres dixwaze bidim.”

Milley û Wezîrê Berevanî ya Amerîka Lloyd Austin di 28ê vê mehê de li pêş Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê de, derbarê vekişîna artêşa Amerîkî ji Afganistanê û derxistina Amerîkî, Afgan û kesên din ji wî welatî, îfadeyên xwe bidin.

Lê niha tê çaverê kirin ku Milley rastî pirsên zehmet ji alîyê senatoran ve derbarê wan peywendîyên telefonî were. Peywendîya wî ya diduyan hatibû kirin du rojan piştî êrîşa tund li ser avahîya Kongresê.

XS
SM
MD
LG