Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çeleng Omer: Leşkerên Rûsî û yên Sûrî Hatine Nav Kobanê


Leşkerên Rûsî li Sûrîyê (Arşîv)
Leşkerên Rûsî li Sûrîyê (Arşîv)

Raportên ji herêma bakurê Sûriyê li nêzîk bajarê Minbic û Kobanê tên didin zanîn ku hin leşkerên hikûmeta Sûrî û Rûsî hatine di nava bajarê Minbic û Kobanê de.

Çeleng Omer çavdêrê siyasî li herêma Kobanê di hevpeyvînek taybet de gote Dengê Amerîka berê raste hêzên Sûrî û Rûsî hebûna wan heye, lê tenê li wan xalan bi cî bûne yên ku berî niha hêzên Amerîkî lê bûn.

Çelekn Omer dibêje, encûmena leşkerî û encûmena sivîl her hemû li ciyên xwe mane, heta niha wehaye ku leşkerên Sûrî û yên Rûsî destê xwe nexin nava mecilisîn sivîl yên Xweserîya Demokratîk li bajarê Minbicê û ev tişt li Kobanê jî tê çaverê kirin.

Niha tê çaverê kirin leşkerê Sûriyê li deriyê Mûrşid Pinarê jî bihên bicî kirin. Omer herwiha dibêje her çende hêzên Sûrî û yên Rûsî li wan herêman belav bûne lê dîsan şer û pevçûn diqewimin û tirs heye her demê Tirkiye êrîş bike.

Derbarê aloziyên li ser sinor Çeleng dibêje li ser hêla sinor ya gundên li ser sinor hene grûbên girêdayî Tirkiyê li gundên bakurê rojavayê Minbicê êrîş kirî ye û alozî di navbera hêzên leşkerê Sûrî û yên Tirkî de derketîye 2 leşkerên Sûrî û yek ji leşkerên Tirk hatine kuştin û çend jî birîndar bûne.

Li xeta rojavayê Kobanê li ser lêva çemê Firat jî şer û pevçûn di berdewam in, li bajarokê Şêxler û gundê Ziyaret û xeta wê herêmê jî şer derdikevin, Omer dibêje.

Çeleng Omer 16 10 2019 Kobane
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00


XS
SM
MD
LG