Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Minbicê Rewş Aloz Dibe Û Hêzên Amerîkî Zêrevaniyê Dikin


Şanda Amerîkî 22.03.2018 li Minbicê
Şanda Amerîkî 22.03.2018 li Minbicê

AP roja Şemiyê, di raporeke xwe de dide zanîn ku, li nêzîk bajarê Minbic yekîneyên Kurd û Ereb li aliyekî yên Amerîka piştevaniya wan dike û hêzên Tirkiyê û hevpeymanên wê yên opozisyona Sûriyê li aliyê din, li hember hev rawestane û dibe her gavekê şer di navbera wan de derkeve.

Li Minbicê dibe ku, herdu hevpeymanên NATO, Amerîka û Tirkiyê rastî aloziyên kûrtir bên, dema ku leşkerên Amerîkî li wê herêmê bin û Tirkiye êrîşê Minbicê bike.

Du roj berê, li Minbicê, di peqîna bombekê de ya ku liser rê hatbû çandin 2 leşkerên hevpeymaniya navnetewê ya li dij DAIŞ’ hatbûn kuştin, leşkerek Amerîkî û yekî Brîtanî û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Hêzên HSD’ê sala 2016n, bi piştevaniya Amerîka û hevpeymanan bajarê Minbic ji destên çekdarên DAIŞ’ê deranî bû.

Berpirsên Tirkiyê û di serî de serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdigan, ev demeke gefan dikin û dibêjin armanca wan piştî Efrînê dê bajarê Minbicê be û paşan ewê ber bi rojhilat ve herin heta destê xwe danin ser wan hemû herêmên li jêr kontrola YPG û HSD de ne.

Weke AP dibêje, Minbic bajarekî staretjîk û giringe, ew sinorê ji hev cûda kirina herêmên Erebî yên Sûriya û herêmên ku ji aliyê Kurdan ve yên ku Amerîka piştevaniya wan dike tê kontrol kirin

Minbic bajarekî hemrenge, ji welatiyên Sûrî yên ereb û Kurd pêk tê, HSD ji şervanên Kurdan û Ereb û Asûrî û pêkhateyên din yên li herêmê pêk tê û nihe ew wî bajarî birêve dibin.

Piştî 16 mehan Amerîka hêzên xwe li Minbicê belav kirine, jiber ku, kontrol kirina bajêr ji aliyê HSD’ê ve ku piraniya şervanên wê Kurd in û ji YPG’ê ne, Tirkiye aciz kiriye, jiber ku ew YPG’ê weke berdewamiya PKK’ê dibînin l iSûriyê û wan terorîst hesab dikin.

Pêncşema bûrî 22î Adarê, şandeke Amerîkî ya di astek bilind de, ji wezareta berevanî ya derve seredana Minbicê kir bû, şandê soz dabû ku ewê Minbicê ji her êrîşekê biparêzin.

XS
SM
MD
LG