Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeka Amerîkî Serdana Minbicê Dike


Meclisa leşkerî ya Minbicê roja 18 Gulanê pêşwaziya şandeka kwalisiyona navnetewî kir û civînek li gel wê di navenda Meclisê de li bajarê Minbicê lidar xist.

Ji aliyê Meclisa Minbicê ve, fermandarê giştî ê Meclisê Mihemed Mustefa, berdevkê Meclisê Şervan Derwîş û cîgirê fermandarê giştî Farûq Almaşî amade bûn.

Şanda kwalisiyonê pêk hat ji Wiliyam Worîk ji wezareta derva ya Amerîka, general Êrîk fermandarê hêzên taybet yên Kwalisiyonê û general Jîmî Cîrard amade bûn.

Hêjaye gotinê ev ne cara yekê ye ku şandên kwalisiyonê serdana Minbicê dikin. Piştî gefxwarinên Turkiyê ji bo Minbicê, serdanên kwalisiyonê pirtir bûn e.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Mehmûd Balî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG