Breaking News

Mîr Elî Bin El Hûsên yê Urdunê Dixwaze Bibe Cîgirê Serokê FIFA

Mîr Elî Bin El Hûsên
Mîr Elî Bin El Hûsên

Di dengdanekê de roja Pêncşembî, Konfederasyona Futbola Asya (AFC) berbijarê xwe bo posta cîgirê serokê Federasyona Navnetewî ya Rêxistina Futbolê (FIFA) destnîşan dike.

Cîgirê serokê FIFA, Chung Mong-joon yê Koreya Başûr bizavê dike ku her li posta xwe bimîne. Her wiha Mîrê Urdunê Elî Bin El Hûsên jî xwe berbijar kir jibo wergirtina posta cîgirê serokê FIFA.

AFC xwedan çar kursî ye li komîteya rêvebirina FIFA ya 24-endamî, ku yek ji wan posta cîgirê serokî ye.

Elî Bin El Hûsên, yê 35-salî, serokê Federasyona Futbola Rojavaya Asya ye û eger wek cîgirê serokê FIFA bihête hilbijartin, dibîte biçûktirîn endamê komîteya rêvebirina FIFA.

XS
SM
MD
LG