Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulistan Diken Û Kurê Wê yê 7 Mehî, Miraz Aram li Girtîgehê Ne


Miraz Aram
Miraz Aram

Gulistan Dîken Akbaba û kurê wê yê 7 mehî Miraz Aram bi sedema ku “endama tevgereke terorî” ne, bi biryara dadgeheke Stenbolê hatin girtin

Akbaba, tevî mêrê xwe Cengîz Zaza Akbaba di sala 2012’an de jiber ku beşdarî daxuyenîyeke çapemenîyê dibin, bi sedema “endama tevgera terorî” ne, qasî du salan hatin zindan kirin.

Piştî sê salan derbarê Gulîstan ji hêla Dadgeha Giran ya 16’an ya Stenbolê ve biryara 6 sal sê meh cezayê tê dayîn û Gulistan berîya hefteyekê tevî kurê xwe dîsa hate girtin

Hevjînê Gulîstanê, Cengîz bal dikşîne ku dozgerê ku biryara cezaya Gulîstan daye, niha bi tawanbarîya rêxistina FETO li girtîgehê ye.

“Ji girtina Gulîstanê û kurê me vir ve hevdîtin pêk nehatîye û pêlîstokên Miraz Aram jî hatine qedexe kirin,” Cengîz dibêje.

Hêjayê gotinê ye ku parêzera Gulîstanê, Hatîce Korkut dîyar kir ku ewê bi daxwaznameykê ne razîbûna xwe nişan bidin da ku Gulîstan û Miraz Aram ji girtîgehê derkevin.

ZY_2_24_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

XS
SM
MD
LG