Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎMARAT Balyozxaneya Xwe li Îsraîlê Vedike


Dîmeneke ji balyozxaneya Îmaratan ya li Îsraîlê

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Îmarat, îro Çarşemê bi merasîmeke hildana alê ku serokê Îsraîlê jî beşdar bû, li paytext Telavîvê balyozxaneya xwe vekir.

Îmaratan dibe dewleta Kendavê ya yekê ku li Îsraîlê balyozxaneyeke vedike.

Balyozê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Mihemed El Khaja di merasîma vekirinê de bahsa derfetên bazirganî û veberhênanê ku bi peywendîyên nêztir derketine holê, kir.

"Me di warên cûrbecûr de, di nav de yên aborî, rêwîtîya esmanî, teknolojî û çandî de, peymanên mezin îmza kirin," Mihemed El Khaja got.

Serokê Îsraîlê Îsaac Herzog vekirina balyozxaneyê jibo Rojhilata Navîn 'di rêwîtîya wan ya ber bi pêşerojê de, serfirazî û ewlehîya aştîyê de wek qonaxek girîng" bi nav kir.

"Dîtina ala Îmaratan ya ku li Tel Avîvê bi serbilindî bilind dibe, berîya salekê wek xewnek dûr, xûya dikir. Ji gelek alîyan de ti tişt tuneyeke ji wê yekê xwezayîtir û normaltir be," Herzog got.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd meha borî li Abu Dabî balyozxane û li Dubaî jî konsulxaneya Îsraîlê vekiribû.

Nêzîkbûna herêmî ji hêla Fîlîstîniyan ve, hat şermezarkirin.

Îmaratan, digel Bahreyn, Sudan û Fas, sala borî bi navberîya serokê berê yê Amerîka Donald Trump peymana Abraham bi Îsraîlê re îmza kiribûn û welatan di çarçevoya peymanê de dest bi sazkirina normalkirina peywendîyan kiribûn.

XS
SM
MD
LG