Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dê Serdana Îranê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku şandeyeke payabilind ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê serdana Îranê bike.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îranê ragihand.

Wê ajansa da zanîn ku karbidestan red kirine ku bibersivînin ka ewê şîretvanê payabilind yê ewlekarîya neteweyî yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Tahnun bîn Zayed Al Nahyan pêşengîya şandeyê bike yan ne.

Karbidestekî Îranî dîyar kir ku karbidestekî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê serdana Tehranê bike lê zêdetir agahî neda.

Şêwirmendê dîplomatîk yê serokomarê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Enwer Gargaş roja Duşemê dîyar kiribû ku ew bo kêmkirina girjîya bi Îranê re hin gavan diavêjin.

Gargaş dabû zanîn ku ew jiber tevgerên Îranê yên li Îraq, Sûrîye, Yemen û Lubnanê ketine fikaran.

Erebistana Saudî jî di nav de, welatên Kendavê danûstandinên ser peymana navokî yên di navbera Îran û hêzên cîhanî de ji nêz ve dişopînin.

Ew dibêjin jiber ku di peymanê de bernameya navokî û hêzên li herêmê tune ne peyman ne durist e.

XS
SM
MD
LG