Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dê Serdana Îranê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku şandeyeke Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê bo başkirina peywendîyên bi Îranê re serdana Tehranê bike.

Reutersê ew agahî ji zarê şêwirmendê dîplomatîk yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Enwer Gargaş ragihand.

Li ser pirsa ka ewê şandeya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kînga serdana Tehranê bike, Gargaş got ku hevdîtin çiqas zû çêbe ewqas rind e û dîyar kir ku hemî alîyan hay ji vê yekê heye.

Gargaş da zanîn ku ew dixwazin ku bi danûstandinan bo peywendîyan rûpeleke nû vekin.

Danûstandinerê navokî yê payabilind yê Îranê Ali Bagherî Kanî û Gargaş û hin karbidestên di 24’ê Mijdarê de kom bûbûn.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî piştî êrîşên dijî binesazîya enerjîyê ye Erebistana Saudî, di sala 2019’an de dest bi peywendîya bi Îranê re kir.

Erebistana Saudî, ku hêzeke Sunî ye, di meha Nîsanê de bi awayekî rastexwe dest bi hevdîtinên bi Îranê re kir û Rîyadê ser danûstandinan got ku ‘’samîmî’’ ne û bo hin lêgerînan çêdibin.

‘’Îranî qebûl dikin ku divê bi Kendavê re jinûve piran ava bikin. Em bi awayekî erênî li vê yekê dinêrin.’’ Gargaş got.

Karbidestên Abu Dabî didin zanîn ku fikarên wan yên ser tevgerên Îranê yên li herêmê didomin, lê dibêjin ew dixwazin ku xebatên bo geşkirina peywendîyê bidomînin.

Gargaş bi berdewamî dîyar kir ku fikarên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî yên ser Husîyên li Yemenê yên bi piştgirîya Îranê didomin.

Rîyad û hevalbendên wê îdia dikin ku Îran çekan dide Husîyan, lê ew wê tawanbarkirinê red dikin.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî li Yemenê di koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî de ye, lê wê di sala 2019’an de beşeke mezin ya leşkerên xwe ji wê vekişandin.

XS
SM
MD
LG