Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên jiber Vîrusa Korona 280,000 Derbaz Kir


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 280,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 282,104 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî bi qasî 80,000 kes bi wê vîrusê mirine.

Li dû Amerîka, 31,930 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 30,560 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 4637 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG