Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johns Hopkins: Hejmara Mirinan ji Korona Nêzî 3 Mîlyonan Dibe


Hejmara mirinên ji vîrusa korona nêzî 3 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 2,937,096 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 562,066 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye, û li dû wê bi 353,137 mirinan Brezîlya û 209,338 mirinan Meksîko hene.

Bi hêjmara pêketîyên vîrusa korona jî Amerîka bi 31,9 mîlyon pêketîyan di rêza pêş de ye û li dû wê bi 13,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan û 13,4 mîlyon pêketîyan jî Brezîlya tên.

Ew vîrus cara pêşî di dawî sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,056 kes bi vîrusa korona ketine û 4,843 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG