Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 230 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 230,985,371 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 43 mîlyon e.
Li dû Amerîka bi pirtir ji 33 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 21 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,734,933 kesan canên xwe ji dest dane.
Amerîka bi 686,372 mirinên ji vîrusa korona cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 592,964 pêketîyan Brezîlya tê.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 108,180 kes bi vîrusa korona ketine û 4,849 kes bi wê mirine.