Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dema Pandemîya Korona de 1.145 Karker li Tirkîyê Mirine


Li gor pêzanînên raporta Meclîsa Ewlehî û Saxlemîya Karkeran (ÎSÎG) di meha Gulan’ê de 232 karker li Tirkîyê jîyanên xwe ji dest dan.

Herwiha li gor heman raportê di penc mehên 2021’an de herî kêm 972 karkeran mirine.

Mustafa Guven
Mustafa Guven

Dîsa, ÎSÎG bi vê raporê bal kişandiye ser biryarên qedexeyên derketina derve yên jiber pandemîya korona ku di qedexeyan de bi mîlyonan karker bi mecbûrî xebitîne.

Bi vê yekê ve girêdayî, rapor nîşan dide ku herî zêde mirinên karkeran girêdayî vîrûsa korona çêbûne û qazayên trafîkê, ketina ji bilindahîyê, xwekuştin û xeniqîn jî sedemên din in.

Nûnerê ÎSÎG yê Îzmîrê Mustafa Guven dibêje ku pandemîya korona di meha Gulanê de bû sedema serekî ya mirinên karkeran.

“Li Tirkîyê ji destpêka pandemîya korona heta niha karxane vekirî man û karên hin sektoran jî zêdetir bû, loma jî ji sedî 52 mirinên karkeran yên Gulanê jiber korona ne.”

Herwiha yek ji nûnerên ÎSÎG’ê Selçuk Karstalli jî dibêje ku tevî zêdebûna hejmar û mirinên korona jî hikûmetê tene hin gav avêtin ku karker zêdetir bixebitin.

Selcuk Karstalli
Selcuk Karstalli

“Li gor pêzanînên ÎSÎG’ê ji destpêka pandemîyê heta niha 1.145 karker jiber korona mirinen, lê em dizanin ku ev hejmar zêdetir e. Tevî vê yeke, rêza derzikirina karkeran jî di dawîyê de ye û ev jî dibe sedema pirtir mirinan.”

Karstalli herwiha dibêje ku jibo pêşigirtina mirinên karkeran divê rêya rêxistinbûna karkeran neyê girtin û hejmara saetên zêde yên kar werin kêm kirin.

Ew bang li Wezareta Kar û Ewlehîya Civakî dike ku jibo pêşîgirtina mirinên karkeran gavên pêdivî bavêjin û jibo parastina mafên karkeran bi awayekî bêalî rêyên hiqûqî bi kar bînîn.

MEB_06_10_21_ÎSÎG_Mirina_Karkeran
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG