Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî fitar da balyozên welatên Misilman û nûnerên din yên wê olê.
Trump ew cara duduyan e fitarê dide. Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî beşdarî xwarinê bû.
Berî fitarê, Trump ser êrîşa li Zelanda Nû û ya li Srî Lanka axifî û da zanîn ku meha Remezanê meha hêvî û aramîyê ye û wan li hev dicivîne.
Wî bi berdewamî meha Remezanê ya Misilmanên li seranserê cîhanê pîroz kir û dîyar kir ku Amerîka bo hemî bawerîyan cîhekî ewle ye.