Serokê Amerîka Joe Biden piştî serdana Îsraîlê ragihand ku ser alîkarîyên jibo sîvîlên li Gaza lihevkirin çêbûye.
Biden dîyar kir ku Serokomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî derîyê sînor yê Refahê vekiriye û destûr daye ku 20 kamyon derbaz bibin.
Îsraîl dibêje heta ku alîkarî nekevin destê Hamasê ew rê li ber alîkarîyan nagire.
Berdevkê Serokomarîya Misirê Ahmed Fehmdî dîyar kir ku Sîsî û Biden li hev kirine ku alîkarî bi awayekî domdar ji derîyê Refahê re herin Gaza.
Fehmî ser dema destpêka şandina alîkarîyan ti agahî neda.
Alîkarîyên jibo Gaza dê bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) werin şandin.
Sazîyên alîkarîyê dibêjin ku jiber rewşa awarte divê alîkarî demûdest bigihîjin Gaza.
Jêder: Reuters, AFP