Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Navendeke Trênê li Misrê Şewat Derket Herî Kêm 25 Kes Mirin


Qahîre, derketina şewatê li statsiyona Tirênê

Li bajarê Qahîre, paytexta Misrê Çarşemê li statsiyona sereke ya trênê agir derket, di bûyerê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe jidest da û zêdetirî 40 kes birîndar bûn.

Mediya Misrî da zanîn ku şewat ji encama ku trênekê xwe li avahiyekî daye di nava statsiyonê de agir derketîye, hin çavkanî didin zanîn ku leza trênê bûye sedema derketina bûyerê.

Wêne û dîmenên şewatê ku dokel bilind dibe ji ciyê bûyerê di mediya civakî de hatin weşandin.

Bûyer li meydana Ramsîs ya navenda bajêrê Qahîre qewimîye, karmendên hêla trênên Misrê li êstgeha bi navê "statsiyona Misrê" ji mirovan û geştiyaran hatiye vala kirin û hatin û çûna trênan bi temamî hatiye rewestandin.

Kenal Alhurra TV ya Amerîkî ku bi zimanê Arabî li Virginia weşanê dike da zanîn ku, Haşim Arafat wezîrê Veguhastinê li Misrê ji sedema bûyerê derhal karvekişîna xwe pêşkeş kir, Serokowezîrê wî welatî Mistefa Madbulî karvekişîna wezîrê veguhastina qebûl kir, mediya Misrê ji zarê çavkaniyên wezareta veguhastinê dan zanîn ku rêvebirê "Hêlên Hesinî"ya Misrê Aşraf Rislan ew jî dê karvekişîna xwe pêşkeş bike.

XS
SM
MD
LG