Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Pevçûnên Nû Navbera Xwenîşander û Polîsan Qewimî


Li bajarê Post Said yê Misirî pevçûn di navbera xwenîşander û polîsan de qewimî, tevî hemû hewildanên artêşê ku her du alîyan ji hev cihê bikin.

Îro Çarşemê polîsên artêşê ji derdora avahîyeke hikûmetê re hatin şandin, cihê ku bûye çend hefte xwenîşander lê kom bûne.

Artêşa Misirê konên xwenîşanderan hilanîn ku tundûtûjîya nû rawestîne, piştî sê rojên şer ku di encama wê de 6 kes hatin kuştin. Di nav kuştîyan de 3 polîs jî hebûn.

Xwenîşanderên dibêjin ku ew jiber bikaranîna zêde ya hêzê ji alîyê polîsan ve tore ne, herwisa agir bi sê avahîyên din yên hikûmetê dadabûn.

Tevî hewildanên artêşê roja Çarşemê, xwenîşanderan bi keviran êrîşî polîsan kirin. Wekî bersîv, polîsan gaza îsotê bikar anîn.

Hêjayî gotinê ye, artêş cara yekê li meha yekê ji bajarê Port Said re hatibûn şandin da ku dezgehên dewletê ji xwenîşanderan biparêzin.
XS
SM
MD
LG