Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Bombeyî de bi Dehan Kes li Misirê Hatine Kuştin


Reuters’ê îro Înê ragihand ku di êrîşeke bombeyi de, bi kêmî ve 85 kes li bajarê El Arîş ya li bakurê Nîvgirava Sîna ya Misirê hatine kuştin.

Karbidestên Wezareta Saxlemîyê dîyar dikin ku di êrîşa dijî Mizgefta El Rewda ya Bir el-Abîd de herî kêm 80 kesên din jî birîndar bûne.

Kanala dewleta Misirê da zanîn ku Serok Abdul Fettal El Sîsî, hema li dû êrîşê civîneke ewlekarîyê li dar xistîye û hikûmetê jiber êrîşê sê roj şîn ragihandiye.

Wezîrê Saxlemî Xalid Megahîd dîyar kir ku wan birîndar bi herî kêm 25 ambulans birine nexweşxaneyên El-Arîşê.

Li gor agahîyên ku karbidestên ewlekarî dane, êrîş dema ku nimêja Înê dihat kirin, pêk hat.

Hêzên hikûmeta Misirê li bakurê Nîvgirava Sîna sê sal in bi çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) re şer dikin.

DAIŞ’ê heta niha pir êrîşan li dijî hêzên ewlekarî kirine û bi sedan polîs û leşker kuştine û herwiha li dijî dêrên Xirîstîyanên Misirê jî êrîş pêk anîne.

XS
SM
MD
LG