Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 2 Krîstîyanên Misirî li Firoşgeheke Alkolê Hatin Kuştin


Krîstîyanên Misirê (Arşîv)
Krîstîyanên Misirê (Arşîv)

Karbidestên Misirî radigihînin ku zilamekî bi rûber (maske) gule barandin ser du birayên Krîstîyan li Qahîrê û ew kuştin.

Karbidest didine zanîn ku birayên kuştî, xwedîyê firoşheke alkolê ya li başûrê Qahîrê bûn û dibe ku dema kuştinkarî ew be.

Dîdevan dibêjin ku êrîşbir di êrîşê de tivingek bi kar anî û dû re bi motosîkletekê ji cîhê bûyerê revî.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê ranekiriye ser xwe, lê Dewleta Îslamî êrîşa roja Înî ya hember Krîstîyana Qiptî rakiribû ser xwe.

XS
SM
MD
LG