Li herêma Pîramîdên Gize yên li Qahîre ya paytaxta Misirê, dema otobuseke turîstan di rê de bû peqînek pêk hat.
Wezareta Navxweyî yê Misirê ragihand ku di peqînê de 2 turîstên ji Vîetnamê hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.
Karbidestên ewlekarîyê dîyar dikin ku madeya peqînê bi destan hatiye çêkirin.
Berpirsîyê peqînê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe.