Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Hewila Aramiyê di Navbera Îsraîl Û Fîlstîniyan Dide


Orşelîm (AP), Karbidestên Misrî zorê li Îsraîl û mîlîtanên Filistînî yên li kerta Gazayê dikin ku nakokiyan bihêlin û pabendî wê agirbestekê bin ya ku di dema şerê Gulanê de pêkhat bû.

Hewldanên Misrê roja Yekşemê hatin destpêkirin, ku rojekê piştî mîlîtanên Hemasê rokêt avêtbûn Îsraîlê û li deryaya Sipî li nêzîkî naverasta Îsraîlê ketbûn, ev bû sedem ku Îsraîl êrîşên esmanî li ser çeperên mîlîtanên Fîlistînî pêk bîne yên li kerta Gazayê.

Berpirsên Misrî bang li Hemas û komên din yên milîtanên Filistînî li kerta Gaza dikin ku kiryarên xwe yên ku ji hêla Îsraîl ve wekî "provokatîf" têne dîtin rawestînin, û ji Îsraîl jî xwest ku lezê bide pêkanîna wan "xalan" yên ku wekî beşek ji agirbestê li ser hatine lihevkirin. Ev yek li gorî dîplomatekî Misrî ku haya wî ji hewildanên berdewam heye hatiye gotin.

Artêşa Îsraîlî got ku wê şeva borî li kerta Gazayê li dijî avêtina rokêtan ya roja Şemiyê, li "bingehên çêkirina rokêtan û baregehên leşkerî" yên Hamasê xistîye li kerta Gazayê .

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di destpêka civîna heftane ya kabîneya hikûmetê de got, "Kî mûşekan pavêje Îsraîlê, ew berpirsyar e."

Roja Çarşemê, mîlîtanên Fîlistînî teqe li peymangerekî Îsraîlî yê ku li serhêla sînor dixebitî kirbû, û Îsraîl bi guleyên tankan bersiv da çeperên mîlîtanan li wê herêmê ku ev jî yekemîn şkandina agirbestê bû ya di çend mehan de.

XS
SM
MD
LG