Li bajarê Amerîka Las Vegas yê Eyaleta Nevada, Şaha Ciwaniyê ya Cîhanê hat hilbijartin, bêjerê Amerîkî yê binavûbang Steve Harvey pêşiyê hat ser sehnê û bang kir û got, Şaha bedewiyê ya sala 2015an ji Kolombiya ye, lê piştî demek kurt, Steve car din, hat ser sehnê û daxwaza lêbûrinê kir, got şaşiyek di navan de çêbûye, lewan car din bang kir û got Şaha ciwaniyê ya sala 2015an ji Phlipînê ye.
Bi vî awayî Taca Şaha bedewiyê ji ser serê xanima Kolombî Ariadna Guiterrez hat hilandin û danî ser serê xanima Philipin Pia Alonzo Wurtzbach.Vê şaşiya Dîwanê, ya jibo hilbijartina Şaha bedewiyê ya sala 2015 di mediya cîhanî de gelek deng veda
Li bajarê Las Vegas yê Amerîka êvariya Yekşemê 20.12 ku dawiya heftiyê bî, gelek jinên cîhanê di hilberînek bihêz de bûn, jibo ka kî dê bibe şaha bedewiyê ya sala 2015an.