Karbidestên ji eyaleta Mississippi ya Amerîka îro Duşemê ragihand ku mirinên girêdayî vîrusa korona ji 10 hezarî borî.
Rêvebirîya Saxlemî ya Mississippi da zanîn ku heta niha 10,024 ji COVID-19 yan nexweşîyên girêdayî wê jîyanên xwe hinda kirin.
Eyaleta Mississippi, ku nîfûsa wê dora 3 mîlyon e, miriana yekê ya ji vîrusa koronayê di 19ê Adara 2020ê de ragihandibû.
Karbidestên saxlemîyê dîyar dikin ku 70 ji sedê kesên mirî, 65 salî û mezintir in û % 39 Amerîkîyên Reş û nêzî 57 ji sedê jî Sipî ne.