Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Cuma: Rejîma Sûrî bi Top, Tank û Helîkopteran Êrîşî Gelê Xwe Dike


Mûhleta ku Neteweyên Yekbûyî jibo Sûrîyê dabû îro, anku 10’ê Nîsanê bi dawî dibe. Lê, tê ragihandin ku tundûtûjîya hikûmeta Esed zêdetir dibe.

Sekreterê Partîya Azadî Mistefa Cuma, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de dibêje, şûna ku tundûtûjî kêm be, rejîma Sûrî li van çend rojên dawî kuştinkarîya xwe zêde kirîye.

Misreta Cuma dibêje, ev rejîm bi top, tank û helîkopteran êrîşî gelê xwe dike û cîhan jî temaşe dike. Tenê îro pirtir ji 60 kesan li seranser Sûrîyê hatin kuştin.

Birêz Cuma her wiha dibêje, bawerîya wî bi hewilên Kofî Annan naye jiber ku rejîma Beşar Esed guh nade tiştên wî rengî.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG