Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Ser Îdlibê Bang li Putin û Erdogan Dike


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura dîyar kir ku dibe ku Îdlib bibe ‘’gola xwînê’’

De Mistura li Cenevre ya Swîsre da zanîn ku pevçûnên li herêma Îdlibê dibe ku bibin pevçûnên herî gur yên Sûrîyê.

De Mistura dîyar kir ku divê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan çareserîyekê ji kêşeya Îdlibê re bibînin û got ku bombebaran îro Sêşemê dîyar dikin ku hevdîtin baş naçin.

Putin û Erdogan dê roja Înê li Tehranê bi Serokê Îranê Hasan Ruhanî re kom bibin.

De Mistura, bang li her du rêberan kir ku berî bi Ruhanî re kom bibin, bi rêka telefonê biaxifin.

XS
SM
MD
LG