Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê, Staffan de Mistura dibêje ku di qanûna bingehîn ya nû de, divê Kurd jî cîh bigirin.
“Divê Kurd li Sûrîyê neyên piştguh kirin û nûnerên wan jî di amadekirina destûreke nû ya welêt de cîh bigirin,”De Mistura îro ji ajansa RIA ya Rûsî re got.
Dîplomatên Rojavayî bal dikşînin ku Neteweyên Yekbûyî di hefteyên borî de, mêvandarîya du civînên teknîkî yên derbarê qanûna bingehîn kirine.