Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistura û Nûnerên Rûsya, Îran û Tirkîyê Ser Sûrîyê Dicivin


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura bi navbeynkarîya Rûsya, Îran û Tirkîyê qonaxeke nû destpê kirin dide.

Mistura dê îro Duşemê li Cenevrê bi nûnerên Rûsya, Îran û Tirkîyê re yek bi yek bicive û roja Sêşemê dê bi berpirsên her sê dewlet re tev kom bibe.

Nûnerê NY’ê dê piştre jî bi karbidestên hin welatên rojava re civînekê pêk bîne.

Di danûstandinan de dê rojeva sereke parlamentoyeke ku ser qanûna bingehîn hatiye ava kirin, be.

Mistura dîyar kir ku ew hewil didin ku bo aştîya Sûrîyê bingehekê çêkin.

XS
SM
MD
LG