Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: De Mistura û Nûnerên Rikeberîya Sûrîye Ser Qanûna Bingehîn ya Nû Diaxifin


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura dîyar kir ku divê li Sûrîyê komîteya qanûna bingehîn demûdest were çêkirin.

NY’ê ragihand ku de Mistura, ku di dawîya Mijdarê de dest ji nûnertîyê berdide, bi nûnerên rikeberîya Sûrîyê re ser qanûna bingehîn ya nû diaxife.

De Mistura, dê bi karbidestên Rûsya, Îran û Tirkîyê re jî ser komîteya qanûna bingehîn danûstandinan bike. Ew berê bi berpirsên Amerîka, Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebîstana Saudî û Brîtanya re jî ser komîteya qanûna bingehîn civîyaû.

NY dixwaze ku di komîteya qanûna bingehîn de tenê Sûrî hebin û hewil dide ku bi wê beşeke aştîya Sûrîyê temam bike.

Di dawîya hefteyê de, li Stenbolê bi beşdarîya rêberên Tirkîye, Almanya, Rûsya û Fransa ser Sûrîyê hilcivînek pêk hatibû.

Rêberên çar dewletan dîyar kiribûn ku ew hêvî dikin ku berî sersalê, li Sûrîyê komîteya qanûna bingehîn were çêkirin.

XS
SM
MD
LG