Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Îro Dengdanê Ser Nîqaşên Derbarê Obamacare Dike


Civata Senatoran ya Amerîkî li ber e îro Sêsemê dengdanê li ser bizava dawî ya Komarîyan bike ku nirxandinîn ser sîstema bîma saxlemî ya serdema serokê berê Barack Obama berdewam bike yan ne.

Rêberê Piranîya Senatê Mitch McConnell pêşengîya hewila dawî dike ku dawî li sîstema bîma saxlemî bîne ku wek Obamacare tê zanîn, lê her du bizavên pêşî têk çûbûn jiber ku wî nekarîbû dengên pêdivî bi dest bixe.

Serok Donald Trump, di jimareke twîtan de îro Obamacare wek “êşkence” bi nav kir û ji senatorên Komarî xwest ku dawî li wê planê bînin.

Trump kêfxweşîya xwe li ser vegera Senator John McCain ya Kongresê dîyar kir ku li ber e îro di dengdanê de amade be.

XS
SM
MD
LG