Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mizgîn Hesko: Helbesta Kurdî Dikare Bigiheje Asta Cîhanî


Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko ku li Amanya dijî, bi helbesteke xwe ket nav helbestên herî pejirandî li Almanya ku ji alîyê pirtûkxaneya Frankfurt ya navnetewî hate hilbijartin.

Hesko di sala 1973'an de li gundê Şelhûmiyê ya girêdayî Qamişlo ji dayik bûye û xwendina seretayî, ya navendî û ya amadeyî li bajarê Tirbespiyê qedandiye.

Wê di destpêka xwe de bi zimanê Erebî helbest nivîsîn û piştî komkujîya Helebça ew êdî dest bi nivîsa Kurdî kiriye û ta roja îro berdewam dike.

Helbesta wê ya yekê ya bi zimanê Kurdî di kovara Gelawêjê de hatiye weşandin, paşê helbestên wê di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de derketine.

Ew ji sala 2015'an vir ve endama desteya birêvebir ya rojnameya Pênûsa Nû ye.

Xelatên ku Hesko Wergirtine:


Xelata rêzgirtinê ya Seydayê Cegerxwîn, ku ji alîyê Partîya Demoqrata Kurd li Sûrîyê (Pêşverû) tê dayîn sala 2012.

Xelata Mihrîcana Helbesta Kurdî li derveyî welat ji alîyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, sala 2013.

Xelata Serxwebûnê ji alîyê Hevgirtina Jinên Kurd li Sûrîyê (Rûdoz)

Ji berhemên wê yên çapkirî:

1. Tîpên evînê…Adara 2007….Çapxana Befet.
2. Asoyekî tijî Endeko…Tîrmeh 2008…Weşanên Han.
3. Di nav henasên kovanan de….Adar 2010…Weşanên. Han.
4. Li ber pala welatekî birîndar diherikîm, Çapa yekê..Adar 2012…Weşanên Han.Çapa duyê Avdar 2020 Weşanên Sersera.
5. Ristek lal e…Îlon 2013…Weşanên Han.
6. Ber bi werzê hezkirinê ve….mijdar 2015…Weşanên Soran.Çapa duyê, Avdar 2020 Weşanên Sersera
7. Rêgehên keskîn….Gulan 2019 Weşanên Sersera.

Ji berhemên Mizgîn Hesko yên hîn neçapkirî.

1. Hirçê berfê yê Piçûk ber bi kû ve…? ( çîroka zarokan, wergerandin)
2. Sebeta Şekir (helbestên zarokan)
3. Ji bexçika jîyanê (nerîn, dîtin û hin helwest )
4. Gotarên min (projeya gotarên Mizgîn Hesko)
5. Berhema 8. (Helbestên nû)

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:01 0:00

***

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00

***

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00


XS
SM
MD
LG