Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Mizgefta Nurî û Minara Hadba Ava Dike


Projeyê Avakirina Minara Hadba û Mizgefta Nurî li Mûsil
Projeyê Avakirina Minara Hadba û Mizgefta Nurî li Mûsil

Roja Yekşemê li bajarê Mûsil rêûrsemên danan kevrê bingehîn yê projeya ji nû ve avakirina minara Hadba ya dîrokî û mizgefta Nurî hatin encam dan, piştî ku herdu ciyên dîrokî li Mûsila kevin li Hezîrana burî di şerê jinavbirina DAIŞ’ê de hatbûn wêran kirin.Mizgefta Nurî pir hat naskirin piştî bo cara yekê Abu Bekir Al Bexdadî, Xelîfê Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê DAIŞ’ê li wêderê di gotareke roja Înê de xîlafeta xwe ragihandî.

Weqfa Sunî bi vê bûnê ahengek li dar xist û konê rêûresmên ji nû ve avakirinê li hewşa mizgefta wêrankirî hatbû danîn, serokê weqfa Sunî li Îraqê Abdullah al Homyîm û nûnerê UNESCO kevrê bingehîn ya avakirinê danî.

Rêvebirê weqfa Sunî li Mûsil Abubekir Kan’an got, projeyê avakirnê dê mizgeftek nû û minarek nû bihên avakirin û bermayên minara Hadba ya dîrokî dê weke şûnwar dê li ciyê xwe bimîne.

Îraq çekdarên DAIŞê bi bombekirin û wêrankirina mizgefta Nurî û minara Hadba tawanbar dikin.

Îraq meha Nîsana burî li gel Îmaratên Arabî pêkhat bû ku herdu ciyên dîrokî li Mûsil yên di şerê jinavbirina DAIŞê de hatibûn wêrankirin ji nû ve bihên avakirin, Îmarat dê 50 milyon dolaran bo projeya avakirinê bide Îraqê.

XS
SM
MD
LG