Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Martin Luther King E


Serok Obama û Serokê Brezîlya Dilma Rousseff serdana peykera Martin Luther King Jr. dikin 29/06/ 2015
Serok Obama û Serokê Brezîlya Dilma Rousseff serdana peykera Martin Luther King Jr. dikin 29/06/ 2015

Amerîkî li seranserî welêt îro Duşemê rêze li rêberê mafên sîvîl Martin Luther King digirin û wî bi bîr tînin.

King navê û dengê xwe di sala 1955’an de belav kir, piştî ku boykoteke serkeftî ya otobusên hikûmî li bajarê Montgomery yê eyaleta Alabama, birêve bir.

Di encama wê boykotê de, bajarê Montgomery neçar ma ku cudakirina rêwîyên reş li nav otobusan rawistîne.

Di sala 1963’an de jî, King gotareke navdar bi navê “I have a Dream”, anku “Xewneke Min Heye”, li Washingtonê xwend.

King Xelata Nobel ya Aştîyê sala 1964’an wergirt, di heman salê de ku Serok Lyndon Johnson jî qanûna mafên sîvîl ya navdar îmza kir.

Martin Luther King di 4’ê Nîsana sala 1968’an de li bajarê Memphis yê weyaleta Tennessee hate kuştin, dema ku bo piştgirîyê bide çalakîyeke protestoyî ya karkerên reş, çûbû wî bajarî.

XS
SM
MD
LG