Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Serdana Xwe Ya Cezayîrê Bi Peymaneke Nû Bi Dawî Tîne


Serokê Fransa Emmanuel Macron û serokê Cezayîrî Abdelmadjid Tebboune
Serokê Fransa Emmanuel Macron û serokê Cezayîrî Abdelmadjid Tebboune

Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Şemiyê li duyemîn bajarê Cezayîrê Oran bi werzişvan û hunermendan re hevdîtinan dike berî ku serdana xwe bi peymaneke nû bidawî bîne, ku armanca jê başkirina têkiliyên bi koloniya berê ya Fransa ye.

Ev seredana sê rojî di wê armancê de ye ku alozîyên bi mehan ligel welatê Afrîqaya Bakur bi dawî bîne, ku destpêka vê salê 60 salên serxwebûnê piştî 132 salan ji desthilata Fransî derbas kir.

Ev jî di demekê de ye ku hêzên Ewropî hewl didin şûna enerjiyê ya Rûsî bigirin, di nav de dabînkirina wê ji Cezayîrê, mezintirîn hinardekara gazê li Afrîqayê, ku di encamê de li roleke herêmî ya mezintir digere.

Macron li bere serdana dêreke resen û dikaneke tomar a sembolîk bike ku mala giyanî ya muzîka Rai ye, berî ku ciwan û werzişvanan bibîne û li performansa semayê temaşe bike.

Ew û hevtayê wî yê Cezayîrî Abdelmadjid Tebboune paşê li bendê ye ku daxuyaniyek hevbeş ji bo hevkariyek nûvekirî berbiçav îmze bikin, li gorî serokatiya Fransî.

Êvara Înê, Macron bi nivîskarê Cezayîrî Kamel Daoud û kesayetiyên Oran ên din re şîv xwar.

Wî her wiha ragihand ku 8,000 xwendekarên Cezayîrî yên din dê îsal werin wergirtin ji bo xwendinê li Fransa, û tevlî 30,000 berê li wî welatî bibin.

Macron roja Pêncşemê "rûpelek nû" di pêwendiyan de ragihandibû, piştî ku bi Tebboune re hevdîtin kir û avakirina komîsyonek hevbeş ji dîroknasan ragihand ku ji bo vekolîna serdema kolonyalîzmê û şerê wêranker yê heşt salan ku ew bi dawî kir.

Lê li Fransayê, siyasetmedarên çep û rastgir ji vê pêşniyarê hêrs bûn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG