Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mnuchin: Ku Brunson Neyê Berdan, Emê Toleyên Nû Ragihînin


Steven Mnuchin
Steven Mnuchin

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin dîyar kir ku ger qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku nêzî du salan e li Tirkîyê girtî ye, neyê berdan, ewê toleyên nû ragihînin.

Piştî daxuyanîya Mnuchin dolara Amerîkî li hember lîraya Tirkî bilind bû 5.91 derbaz kir û dûra daket binî 5.90 dolaran.

Malpera Bloomberg ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê di civîna kabîneyê de gotiye ku ‘’eşkere bû ku Tirkîye ne dosteke rind e’’

Li gor malperê, Trump dîyar kiriye ku Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan bo berdana hemwelatîyeke xwe ya li welatekî din girtî, alîkarîya wî xwestiye, lê ew ‘’bi awayekî ne rêwa’’ Brunson digire.

Trump piştre ji Mnuchin rewşa dawî ya toleyan pirsîye û wî jî gotiye ku ‘’Me dijî hîn endamên kabîneyê tole ragihandin. Ger Brunson demûdest bernedin, emê tev bixebitin, hin gelek tiştên din hene ku em hazirîya wan dikin.’’

Trump di kombûna kabîneyê de navê ti welatan yan hûrgilî neda, lê medya Amerîkî berî îdia kiribû ku wî bo berdana hemwelatîya Tirkîyê, Ebru Ozkan, ku li Îsraîlê girtîbû, navbeynkarî kiriye.

XS
SM
MD
LG