Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moderna û Pfizer Dibêjin Vaksînên Nûkirî Dijî Cureya Nû ya COVID-19 Karîger In


Kompanîya Moderna û rikebera wê Pfizer îro Çarşemê got ku vaksînên wan yên nû yên dijî COVID-19 di asta testkirinêde li hember cureya BA.2.86 ya pir guherbar encamên erênî peyda kirine.

Moderna got ku derzîya wê di ceribandinên klînîkî de li mirovan 8,7 qat zêdebûnek di bê bandorkirina antîbadîyên dijî BA.2.86 çêdike.

Pfizer jî got ku vaksîna wê ya nûjenkirî, di testên ser mişkan de li hember BA.2.86 bandorbûneke xurt nîşan daye.

Varyanta niha ji hêla Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) û Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) ve ji nêzve tê şopandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku xencî Moderna, Pfizer/BioNTech, Novavax jî vaksîna xwe afirandiye ku dijî cureya XBB.1.5 karîger be.

XS
SM
MD
LG