Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moderna: Buhayê Vaksîna li Dij COVID-19 25-37 Dolar E


Moderna vaccin
Moderna vaccin

FRANKFURT, kompaniya Moderna dibêje, buhayê her daneyeke vaksîna li dij COVID-19 bo hikûmetan dê 25 – 37 dolar be.

Rêveberê kompaniyê Stephane Bancel gotiye rojanama Almanî "Welt am Sonntag", li gor hejmara tê daxwaz kirin û kirîn dê buha ête destnîşan kirin "Buhayê vaksînا me heman buhayê vaksîna li dij persîvê - Înflowenzayê ye, ku di navbera 10 heta 50 dolaran daye."

Berpirsekî komîsariya Yekêtiya Ewrûpa ku di danûstandinên roja Duşemê de amade bibû dibêje, Yekîtiya Ewrûpa di nava gotûbêjan daye li gel kompaniya Moderna da ku milyonan daneyên vaksînê bi buhayê kêmtir ji 25 dolan bikire.

Stephane Bancel rêveberê Moderna dibêje,"heta niha lihevhatin nehatiye îmza kirin, lê em bi Komsariya Yekêtiya Ewrûp re nêzî bidawî kirina bazarê bûne, em dixwazîn wê bigehînîn Ewrûpa û em di qonaxa danûstendinên baş dane." Bancel herwiha got pirsa lihevhatinê "girêdaê rojane" ku girêbest amad bibe.

Moderna dibêje vaksîna wan ya têst kirî karîgeriya wê 94.5% ê ye bo bergiriya vîrusa COVID-19 li gor datayên qonaxa duyan yên li ser hin nexwşan hatîn encam dan, ev rêjeye jî pêşbîniya wan yên derbarê karîgeriya vaksînê hêjî zêdetir bû, piştî kompaniya Pfizer û hevpara wê ya Almanî BioNTech jî vaksîna xwe ragihnadî.

XS
SM
MD
LG