Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moderna Dibêje Vaksîna Wê Dijî Awayên Din yên COVID-19 Diparêze


Kompanîya Moderna îro Duşemê ragihand ku vaksîna wê ya COVID-19 jibo cureya vîrusê ya Afrîqaya Başûr jî bi bandor e.

Moderna got ku ew hazirî dike ku awayekî nû ya xurtkirî ya vaksînê amade bike ku dijî awayên nû yên vîrusê karîger e.

Kompanî herwiha ragihand ku ewê vaksînên heyî jî xurtir bike ku bibîne gelo ew hember vîrusa COVID -19 ya cureya Afrîqaya Başûr bandorên erênî çêdike yan ne.

Moderna herwiha da zanîn ku di testan de vaksîna wê hember awayê Brîtanî ya vîrusê ku bi hêsanî belav dibe, ti bandorê neditîye.

Kompanî dîyar kir ku ew plan dike ku encamên testên xwe yên dijî awayê Afrîqaya Başûr û Brîtanî ya vîrusê di malpera xwe de biweşîne.

XS
SM
MD
LG