Kompanîya Moderna îro Duşemê ragihand ku doza xurtker ya vaksîna wê ya COVID-19, di testên laboratuarê de xuya dibe ku dijî cureya Omicron parastinê çêdike.
"Vaksîna me dijî korona gelek bi bandor e û ew herwiha ewle ye. Em bawer in ku vaksîna me di rojên were de, di lihevhatinên behnvedanê de û di seranser zivistanê de wê hemwelatîyan biparêze" rêvebirê payebilind yê Moderna, Dr. Paul Burton got.
Moderna da zanîn ku ew hîn jî xebatên xwe didomîne ku vaksîneke taybet jibo cureya Omicron biafrîne û di destêka sala nû de dest bi ceribandinên klînîkî bike.
Moderna dîyar dike ku du dozen vaksîna wê li dijî Omicron zêde antîbadî ava nake, lê doza 50mg ya xurtker 37 car zêdetir dike û doza bilindtir ya 100 mîkrogram vaksîna hêzker 80 caran zêdetir parastinê dide.
Karbidestên Amerîkî di meha Cotmehê de destûr dabû karanîna baksîna xurtker ya 50 mîkrogramî û her di dozen pêşîn yên vaksînê 100 mg ne.