Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini: Em Hêvî Dikin ku Selahattîn Demîrtaş Were Berdan


Karbidestên payabilind yên Yekîtîya Ewrupa (YE) û yên Tirkîyê, piştî sal û nîvekê îro Pêncşemê li Enqerê kom bûn.

Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên YE’ê Federica Mogherini di preskonferansa piştî civînê de, ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) got ku ‘’Em hêvî dikin ku Selahattîn Demîrtaş were berdan’’

Li ser pirsa ‘’Ger Tirkîye li gor biryara ECHR’ê tevnegere, wê çi bibe?’’, Mogherini got ku ‘’Bo mafên mirovan tiştekî girîng e. Divê biryara dadgehê derbazdar be û dadgehên din li gor vê biryarê tevbigerin’’

Mogherini dîyar kir ku YE dixwaze ku ‘’Tirkîyeke bi hêz’’ bibîne û jibo vê yekê jî divê li wî welatî hiqûq bimeşe.

Komîserê Berpirs yê Berfirehbûnê Johannes Hahn jî bi bîr xist ku li Tirkîyê akademîsyen, rojnamevan û bizavkarên mafên mirovan hatine girtin û jiber ku rewşa wan neguherîye fikarên YE’ê yên derbarê Tirkîyê didomin.

Di heman preskonferansê de Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku ‘’Em hêvî dikin ku endamên YE’ê bo têkoşîna me ya dijî terorê pirtir alîkarîyê bikin’’

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser biryara ECHR’ê ya bo Demîrtaş dîyar kiribû ku ewê guh nedin wê biryarê.

XS
SM
MD
LG