Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini û De Mistura bo Sûrîyê Banga Peyvajoyeke Nû Dikin


Yekîtîya Ewrupa (YE) di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 73yan de ser kêşeya Sûrîyê civînek pêk anî.

Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini, di civînê de spasîya Rûsya û Tirkîyê kir.

Mogherini da zanîn ku Moskow û Enqerê, bi civîna li Soçî rê li ber komkujîyeke li Îdlibê girtîye.

Wê dîyar kir ku divê bi pêşengîya NY’ê danûstandinên bo Sûrîyê jinûve destpê bikin û li wir aştî pêk were.

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê NY’ê Staffan de Misture bang li hemî alîyan kir ku bi çavdêrîya NY’ê dest bi peyvajoyeke sîyasî ya nû bikin.

Misutra da zanîn ku bi peymana ser Îdlibê hêvîyên aştîyê careke din geş bûne û derî li fersendeke nû vebûye.

XS
SM
MD
LG