Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Cot Peqînan de bi Dehan Kuştî û Birîndar li Somalî Hene


Çekdarên el Şabab
Çekdarên el Şabab

Di encama peqîna cot bombeyan de, herî kêm 18 kes li Mogadîşu ya paytaxta Somalî hatine kuştin, 20 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Somalî ragihand ku di dema peqînan de, li nêzî qesra seroktî pevçûn jî çêbûn. “Heta niha me 18 term û 20 birîndar ji cîhê bûyerê rakirin,” karbidestê saxlemî Abdikadir Abdirahman ji Reutersê re got.

Dîdevanên peqînê ji ajansê re ragihand ku bombeya duyê di nav nav otomobîleke pêş oteleke nêzî qesrê hatibû danan û nêzî şûna bûyerê, dûyên stûr bilind dibûn.

Rêxistina tundrê el Şabab berpirsîya êrîşên îro rakir ser xwe û îdia kir ku çekdarên wê 15 leşkerên Somalî kuştine.

XS
SM
MD
LG