Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mohrên Êşa Efrînîyan Dê Bibe Mezintirîn Tablo


Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê, bi alîkarîya ajansa Rûmaf, amadekarîyên çalakîya nexşandina tabloya herî mezin ya hunerî didomîne.

Henîf Hemo
Henîf Hemo

Xwedîyê pêşnîyara nexşandina vê tabloyê, şêwekar Henîf Hemo ragihand ku dirêjahîya wê dê 500 metre be û bi destên 2 hezar zarokên Efrînê yên li Şehba derbider in, dê were nexşandin.

Hemo got ku zarok dê hestên xwe veguherînin nav wêneyê loma navê tabloyê Mohrên Êşê ye.

“Hîn di mêjî û bîra zarokan de bîrawarîyên şer yên bi êş hene, loma em dixwazin ew hest û helwestên xwe derbirînin û wêneyan xêz bikin, da ku êşa wan jîyaye bi nexşandinê derxînin”.

Heysem Mustefa
Heysem Mustefa

Herwiha, rêvebirê giştî yê çalakîyê Heysem Mustefa jî dîyar kir ku gelek astengî ji wan re derketine çimkî Şehba di bin dorpêçê de ye û bi zehmetî materyalên pêwîst weke caw û rengan ve peyda bûne.

“Pir şêwekar û wênezasan dixwest tevlî çalakîyê bibin, lê nikanîbûn bihatana. 2 hezar tayên zeytûnê bi perên xêzkirinê ve tên giradan ku zarok dê wê tabloyê binexşînin, herwiha 30-40 mamosteyên hunerê jî beşdar bibin”.

Mustefa bal kişande ser hewlên wan yên jibo xistina tabloyê di lîsteya Guiness de wek tabloya herî dirêj ya hunerî.

Wî derheqa projeyên piştî dawîkirina nexşandinê got ku ew tablo dibe navaroka fîlmekî dokumenterî ku zarokên beşdar tiştên ku li Efrînê qewimîne û wan bi jîyan kirine, tine pêş temaşevanan.

Hêjayî balkişandinê ye ku nexşandina tabloya Mohrên Êşê wî roja Duşemê li kampa penaberên Efrînê li Şehba dê li dar keve û komîteya amadekar wê nameya zarokên Efrînê bigehîne cîhanê.

NR_08_30_Mohrên_Êşê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG