Yekîtîya Ewrupa (YE) û Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) darvekirina Mûhsîn Şekarî ya ji hêla Komara Îslamîya ya Îranê ve bi tundî şermezar kir.
Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE Josep Borrell got ku ew darvekirina Şekarî bi tundî şermezar dikin. Wî bang li desthilatdarên Îranê kir ku darvekirinên siberojê bisekinîne.
Borrell ji Îranê xwest ku li gor peymana navneteweyî ya mafên sîvîlan tevbigere û di hemî mercan ji mafên bingehîn yên wek azadîya axaftinê û xwepêşandanên aştîyan. re rêz bigire.
OHCHR jî bi daxuyanîyekê darvekirina Şekarî şermezar kir û derheqa cezayê darvekirinê ya 11 xwepêşanderên din fîkara xwe ragihand.
Şekarî bi îdiaya girtina kolanekê û birîndarkirina nobdarekî dewletê bi îdiaya dijmintîya xwedê, bi cezayê mirinê hatibû mahkûm kirin.
Rêxistinên mafê mirovan nerewabûna dadgehkirina Şekarî bi tundî rexne kiribû û hişyarî dabû ku Îranê wê pirtir cezayên mirinê ji xwepêşanderan re bibire.
OHCHR, di daxuyanîya xwe de herwiha bal kişand ser rewşa hunermendê Kurd Saman Yasîn û bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê Yasîn betal bike.
Sitranbêjê rap yê Kurd Yasîn ji Kirmaşan ya eyalate Kurdistanê û rûniştvanê Tehranê ye ku di 2’yê Cotmehê de jiber sitranên xwe yênrexnegirên hikûmetê û bi Tawana beşdarîya xwepêşandanên dijî hikûmetê hatibû desteser kirin.