Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Îro Girtîyê Kurd yê Sîyasî Muhyedîn Îbrahîmî Sêdare Kir


Rêxistina Hengaw ya mafê mirovan îro Înê ragihand ku girtîyê sîyasî yê Kurd Muhyedîn Îbrahîmî îro sibê li zindana navendî ya Urmîyê hate sêdare kirin.

Hengawê dîyar kir ku ji malbata Îbrahîmî re hatibû gotin ku darvekirina wî hatiye paşxistin, lê piştî end saetan ji wan re hatiye gotin ku Îbrahîmî hatiye darve kirin.

Rêxistinên mafê mirovan di rojên dawîuê de xema xwe dîyar dikir ku Îbrahîmî bi serê xwe ji hucreyekê re hatibû veguhastin û jibo pûçkirina cezayê wî li pêşîya zindanê xwepêşandan çêdibûn.

Îbrahîmî yê 42 salî cara yekê di 209’an de, bi sedema hevkarîya parîyên oposîzyonê yên Kurd hatibû girtin û 14 meh cezayê zindanê li wî hatibû birîn.

Rejîma Îranê wek beşeke sîyaseta xwe ya dijî Kurdan, di Tebaxa 2018’an de cezayê mirinê dabû Îbrahîmî.

Dadgehên rejîmê di mehên dawî de eciqandin û tepeserkirina ser Kurdan zêde kirine û cezayên giran li girtîyên Kurd birîne.

XS
SM
MD
LG