Ajansa nûçeyan ya Demîroren (DHA) ragihand ku serdozgorê giştî yê Erebîstana Saudî bi karbidestên îstixbarata Tirk re li ser kuştina Xaşiqcî ya li konsulxaneya Saudî ya Stenbolê civînek çêkir.
Ajansê ragihand ku Saud Al Mojeb çû ofîsa Stenbolê ya Sazîya Îstîxbaratî ya Netewî ya Tirkîyê (MIT), lê ajansê di derbare naveroka civînê de ti agahdarî neda.
Kuştina Xaşiqcî jbo Erebistana Saudî bûye krîzeke mezin ya cîhanî jiber ku reaksîyonê tud ji welatên curbicir li hember Rîyadê bilind ibin.
Erebîstana Saudî çar heftê berê îdiayên derbarê kuştina Xaşiqcî yê rexnegirê prensê Saudi Mihemed bîn Salman red kiribû, lê piştre Mojeb ew îdia pûç kiribû û gotibû ku kuştin karekî plankirî ye.
Tirkîye givaştinen xwe li ser Saudîyan didomîne û dixwaze ku Rîyad hemî tiştên ku çêbûne ji bîragiştî re eşkere bike.
Karbidestên Saudî dibêjin ku 18 kesên gumanbar ku di kuştina Xaçiqcî de cîh giritnê wê were dadgeh kirin, tevî ku Tirkîye daxwaza radestkirina wan dike.
Hin pispor bawer dikin ku Amerîka jî jiber krîza navbera du hevalbendên xwe ketiye rewşeke dijwar, lê jiber ku Washigton Rîyadê wek aktoreke girîng ya dijî bandorbûna Tehranê dibîne, naxwaze wê gelek rexne bike.