Sê kevirên biçûk ku keştiya esmanî ya Sovietê Luna-16 ji ser heyvê anîbûn, li bajarê New Yorkê di mezadekê de bi 855,000 dolar hatin firotin.
Ev kevir tenê dekomentên hevyê ne di nav destê kerta taybet de.
Kesê ku ew kevir kirîn Amerîkî ye lê navê wî nehatiye diyarkirin.
Di sala 1993an de, ev kevir ji aliyê bikirekî ne diyar ve bi 442,000 dolar hatibûn kirîn, ku cara yekem bû tiştek ji cîhaneke din digihe destê xelkê.
Hikûmeta Yekîtiya Sovietê ew kevir wek xelat dabûn jinebiya rêvebirê berê yên programa esmanî ya Sovietê Sergei Pavlovich Korolev, wek rêzgirtin ji bo karê wî.
Sala borî, tûrekî ku ji aliyê keştiya esmanî Apolo 11 ve hatibû bikaranîn ji bo berhevkirina hinek toz ji heyvê, li mezada Sotheby ya New Yorkê bi 1.8 milyon dolar hatibû firotin.
Jinekeke ji Şîkago bi navê Nancy Carlson ew tûr bi 995 dolaran kirîbû, ku li ser internêtê di mezadeka hikûmî de bi şaşî hatibû firotin.
Ajansa Esmanî ya Amerîkî NASA hewil da ku tûr ji Carlson vegerîne lê di sala 2016an de NASA di dadgehê de doza vegerandina tûr ji dest da.