Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moon: Divê Xelata Aştîyê ya Nobelê Bidin Trump


Serokê Koreya Başûr Moon Jae In dîyar kir ku jiber hewila Serokê Donald Trump ya bo bidawîkirina girjîya bi Koreya Başûr re, divê Xelata Aştîyê ya Nobelê bidin wî.

Moon Jae In û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, heftyea borî di hilcivîneke dîrokî de kom bûbûn.

Karbidestekî payabilind yê Koreya Başûr dîyar kir ku Moon di civata wezîran de gotiye ku ‘’Divê Xelata Aştîyê ya Nobelê bidin Trump. Em tenê hewcedarê aştîyê ne’’

Rêberên Koreya Bakur û Koreya Başur di civînê de bo bidawîkirina dijminîya li Nîvgirava Kore li hev kiribûn.

Piştî hilcivînê, her du rêberan di daxuyanîya hevbeş de gotibû ku ewê êdî li Nîvgirava Kore şer çênebe.

Serok Trump jî di rojên pêş de dê bi Kim Jong Un re bicive. Li ber e ku civîna her du serokan li sînorê Koreya Bakur û Koreya Başur li dar keve.

XS
SM
MD
LG