Êrîşên Rûsyayê yên sersalê yên dijî Ukraynayê di sersala nû de çar kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.
Moskowê roja Yekşemê îdîa kir ku wan "Êrîşên terorîstî yên Kîevê têk birine" yên li ser axa welat.
Paytexta Ukraynayê û bajarên din roja Şemiyê rastî êrîşên mûşekan û firokên bê firokevan yên ku Îranê çêkirine hatin û di encamê de 3 kes mirin.
Li gorî wêneyek ku ji hêla rayedarên Ukraynayê ve hatî weşandin, bi kêmî ve dronek ku bi Rûsî û bi rengê sor li ser nivîsand bû "Sersala Nû li We Pîroz be" hat nîşan dan.
Karbisetên Ukraynî gotin, roja Yekşemê, ku roja yekê ya sala nû ye, êrîşek li herêma başûrê Zaporizhzhia pêkhat herî kêm kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Mykhailo Podolyak, şêwirmendê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, tekez kir ku êrîşên Rûsyayê yên sersala nû navçeyên bajarên mezin kirin armanc û bal kişand ser guhertina tektîkên şer yên Moskowê.
Wî got "Rûsya êdî ti armancên xwe yên leşkerî nemane û hewl dide bi qasî ku bikare sivîlan bikuje û gelek navendên sivîl wêran bike," wî di twîtterê de got "Şerê kuştinê."
Di êrîşeke sersalê de li herêma başûrê Khersonê, zarokekî 13 salî du caran rastî êrîşa Rûsyayê hat, cara duyem dema ku ew li nexweşxanê li jêr çavdêriya çir de bû êrîş pêkhat
Ev êrîş di demekê de hatin kirin ku êrîşa Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn yên ser Ukraynayê dikeve di meha xwe ya 11ê de.
Oleksandr Starukh, parêzgarê herêma Zaporizhzhia, roja Yekşemê got ku "Pîrozbahiyên Rûsya bo Ukraynayê" piştî nîvro gehiştiun heta bajarê Orikhiv, ku di encamê de kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.
Kyrylo Tymoshenko, cîgirê serokê ofîsa Zelensky, got ku 2 kes li Kîev û herêma başûrê Khersonê mirin û 50 kesên din jî birîndar bûn.